Li ser

Ev kitêbxane di sala 2024 de hatiye vekirin. Li vir me'lûmata kîtaban û gelek caran dosyayên kîtaban jî tên qeydkirin.

Hê li vir ti kîtabên ko me bixwe skan kirine nînin, ḧemû dosyayên li vir ji cihên dî ne.

Gelek kîtabên kevn bi kurmancî û li ser kurmancî, lê zeḧmet e yek wan keşf bike. Ji ber wê em wan li vir kom dikin.

Li vê derê kîtab bê destûr nayên qeydkirin. Kîtabên vir yan wextê wan ê ḧeqê telîfê derbas bûye, yan jî xwediyê wan serbest wan parve kiriye, yan jî destûr daye me, yan jî me ji cihekî ko destûr standibû aniye.

Sîstem

Sîstema vê kitêbxanê ji binî ve hatiye çêkirin, ne li ser programeke heyî hatiye avakirin. Databasa wê databaseke SQLê ye.